Li gelek bajarên DYA dijberên Trûmp daketin qadan

Dijberên Donald Trûmp, piştî diyarbûna encamên hilbijartinê li gelek bajaran daketin qadan. Di van xwepêşandanan bûyer qewimîn.

Ji ber serketina namzetê Komarger Donald Trûmp, li gelek bajarên DYA bi rengekî spontane çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Xwepêşandan bi giranî li bajarên perava rojavayê welêt pêk hatin û bûyer li van deveran qewimîn.

Li Portland a ser bi eyaleta Oregonê, bi sedan kes meşiyan û rê li trafîkê girtin.

Li Oakland a ser bi eyaleta Kalîforniyayê jî bi sedan kes daketin kolanan, wêneyên Donald Trûmp şewitandin û hat îdîakirin ku camên hin firoşgehan jî hatine şikandin. Di dema bûyeran de lastîkên wesayîtan û sergo hatine şewitandin.

Di xwepêşandanê de li dijî Trûmp dirûşma "Tu ne serokê me ye" hat qîrîn. Li gorî nûçeya di medya herêmî de cih girt, herî kêm çalakgerek di bin wesayîtekê de ma ye.

Xwendekarên Zanîngehên Berkeley û Kalîforniyayê, çalakî pêk anîn û dirûşmên li dijî Trûmp qîriyan. Xwendekaran dirûşma "Tu ne Amerîka ye, em Amerîka ne" qîriyan.

Li San Francîsco, Los Angeles, Seattle û Pîttsbûrghê jî çalakiyên li dijî Trûmp hatin lidarxistin.