Li Fransayê hewldanên bilindkirina temenê teqawîtbûnê
Li Fransayê, temenê teqawîtbûnê 62 salî ye, lê ji bo ev bibe 64 sal, nîqaş tên kirin.
Li Fransayê, temenê teqawîtbûnê 62 salî ye, lê ji bo ev bibe 64 sal, nîqaş tên kirin.
Di raporek li ser vê mijarê de hat ragihandin, ku di dema nêz de wê bêkarî zêde bibe, lewma bi bilindkirina temenê teqawîtbûnê re wê aborî hîn mezintir bibe û salane ji bo 200 hezar kesî kar peyda bibe.
Rapor ji aliyê Konseya Oryantasyon a Teqawîtbûnê (COR) ve hat amadekirin û li AFP'ê hat weşandin. Di raporê de tê destnîşankirin, ku li gorî hemû daneyên heyî, bilindkirina emrê teqawîtbûnê bandorê li bêkariya ciwanan nake.
Li gorî belgeya COR'ê, rêjeya kar a kesên navbera 55-59 salî ya navbera salên 2005-2015'an, ji sedî 38,2'an derketiye ji sedî 48,6'an. Di vê demê de ku temenê teqawîtbûnê li sektora taybet salekê û li qada cemaweriyê jî bi 2 salan hat zêdekirin, rêjeya karkeriyê ya ciwanên navbera 15-24 salî, ji sedî 30,4 daketiye ji sedî 27,8'an.
Li gorî vê yekê, eger temenê teqawîtbûnê ku niha 62 sal e, bê bilindkirin, wê salane 200 hezar kes bêkar bimînin. Di belgeya COR'ê de tê îdîakirin, ku bilindkirina emrê teqawîtbûnê û sekinandin mûçeyan, wê aboriyê mezintir bike.
Lê belê, li gorî rastiyên heyî, di belgeya COR'ê de hat îdîakirin, teza 'bilindkirina emrê teqawîtbûnê wê bêkariya ciwanan zêde bike' ne rast e. Ji bo vê îdîayê jî hat gotin, şîrket wê li şûna xebatkarên bi emr ên xwedî tecrûbe û mûçeyekî zêde digirin, wê xebatkarên ciwan tercîh bikin.