Li Fellûceyê gora komî ya çeteyên DAIŞ'ê hat dîtin

Li bajarê Fellûce yê Iraqê, ku demeke dirêj ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin, goreke komî ya çeteyên DAIŞ'ê hat dîtin. Li vê gora komî 550 cenaze hene.

Piştî derxistina ji destê DAIŞ'ê, xebatên lêgerînê yên artêşa Iraqê û Heşdî Şeebî yên li navenda bajêr û derdora wê dewam dikin. Heta niha gelek xefikên ji teqemeniyan hatine amadekirin, ji holê hatin rakirin. Di çarçoveya xebatên lêgerînê de gomeke komî jî derket holê.

Fermandarê Tûgaya Peyayan a Yekemîn a Artêşa Iraqê Celîl Bîdlrreza ji çapemeniyê re ragihand ku li navenda bajêr goreke komî ya çeteyên DAIŞ'ê hatiye dîtin. Li vê gora komî 550 cesedên çeteyên DAIŞ'ê hene, ku di dema operasyona Fellûceyê de hatin kuştin.

Çavkaniyên leşkerî dan xuyakirin, ku beriya niha jî gelek gorên komî yên çeteyan hatibûn dîtin, lê ya vê dawiyê ya herî mezin e.