Li Farqînê 2 kes hatin girtin
Li Farqînê 2 kes hatin girtin
Li Farqînê 2 kes hatin girtin
Li navçeya Amed Farqînê bi hinceta tev li çalakiyan bûne 2 kes hatin girtin. Kesek jî di rageşiya li ber edliyeyê de hat binçavkirin.
Li navçeya Amed Farqînê, komek ji ciwanan avakirina YDG-H'ê bi çalakiyekê ji raya giştî aşkera kir. Di çalakiyê de polîsan mudaxaleyî endamên koma ciwanan kir. Polîsan, piştî mudaxaleyê ciwanê 17 salî H.Y. û ciwanê 18 salî Osman Korkmaz binçavkirin û birin midûriyeta polîsan a Farqînê. 2 kes piştî lêpirsînê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi îdîaya "Zerar dane malê gel û li ser navê rêxistinê çalakî pêk anîye" sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî îfadeya wan girt bi heman hincetê der barê wan de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Koma li ber avahiya edliyeyê jî girtina 2 kesan şermezar kir û çalakî pêk anî. Koma ku bi çepikan piştgirî da 2 kesan rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di navbera polîsan û birayê Osman Korkmaz re rageşî derket. Polîsan birayê Korkmaz Veysi Korkmaz jî bi sedema li dijî polîsan derketine hat binçavkirin. H.Y. şandin Girtigeha Farqînê û Osman Korkmaz jî şandin Girtîgeha Tipa D a Amedê.
Lêpirsîna der barê Veysî Korkmaz berdewam dike.