Li Enqerê ciwan li dijî dîwarê şermê meşiyan
Li Enqerê ciwan li dijî dîwarê şermê meşiyan
Li Enqerê ciwan li dijî dîwarê şermê meşiyan
Ciwanên Enqere, “dîwarê şermê” yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê lêkirin bi meşeke ber bi avahiya AKP’ê ya Bajêr ve şermezar kirin.
Ciwanên Enqereyê, ji bo şermezarkirina dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo tê lêkirin ji Caddeya Yuksel heta Avahiya Bajêr a Enqereyê meşiyan. Di meşê de, pankartên, "Kurdên azad sînoran nas nakin", "Em ê mêtinkariyê jî û dîwaran jî hilweşînin” vekirin. Dirûşmayên "Bijî berxwedana YPG", "Gelê Rojava ne bi tenê ye", "Bijî Serok Apo", "Bimire HUDA PAR" hatin berzkirin.
Di meşê de “Çerxa Şoreşê” jî hat xwendin. Li ber avahiya AKP’ê ya gelek tedbîrên polîsiye hatibûn girtin daxuyaniya hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Zîhniyeta ku xaka Kurdistan kir 4 parçe ji bo ev parçe negihêjin hevdu bi her cureyî polîtîkayên bêexlaq û qirêj li ser gelan ferz dike.”
Di daxuyaniyê de çalakiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan tê destekkirin û wiha dewam dike: "Bêdengiya li hemberî zîhniyeta faşîst a dîwar lê dike, xiyaneta li mirovahiyê ye. Heta hilweşandina dîwar em banga serhildanê dikin."
Daxuyanî, bi dirûşmayên "Gelê Rojava ne bi tenê ye", "Bijî berxwedana YPG" bi dawî bû.