Li Elmanyayê wargehek 7 hezar salî hat dîtin

Li Elmanyayê wargehek xanî lê hatine çêkirin hat dîtin, ku tê texmînkirin ev wargeh beriya niha bi 7 hezar salî hatiye avakirin.

Di encama lêkolînên arkeologan de li nêzî bajarê Gottîngenê, wargehek ji 52 xaniyan hat dîtin, ku tê texmînkirin ev wargeh beriya niha bi 7 hezar salan hatiye avakirin. Li gorî texmînan, ev wargeha ji xaniyên ji daran hatine çêkirin, piştî serdema Neolîtîkê ava bûye û ev jî tê wê wateyê ku wargeh di navbera salên 5500 û 4900 ên beriya zayînê çêbûye.

Yek ji van arkeologan Andrea Bûlla da xuyakirin, ku ev xaniyên bi qurmê daran hatine çêkirin, bi heriyê jî hatine sewaxkirin.

Rêveberê vî karê kolandinê arkeolog Eberhardt Kettlîtz da xuyakirin, ku ew texmîn dikin ev wargeh yek ji cihên destpêkê yên cotkarên li Ewropayê ye û malên wan jî bi qasî 30 metreyan dirêj û 6,50 meteryan jî fireh in.