Li Elmanyayê, pêşnûmeya li ser dema wesayîtên bê dîzel û benzînê

Li Meclîsa Eyaletan a Elmanyayê, ji bo sala 2030'î pêşnûmeyek hat qebûlkirin. Li gorî vê pêşnûmeyê, di wesayîtên taybet ên nû de hemû motorên benzîn û dîzelê tên qedexekirin.

Ji bo gazên ziyandar ên ji wesayîtan derdikeve bên kêmkirin û bi vî rengî pêşî li germbûna global were girtin, li Elmanyayê nîqaşên berfireh tên kirin. Di vê çarçoveyê de li Meclîsa Eyaletan a Elmanyayê, ji bo sala 2030'î pêşnûmeyek hat qebûlkirin. Li gorî vê pêşnûmeyê, di wesayîtên taybet ên nû de hemû motorên benzîn û dîzelê tên qedexekirin.

Kovara Der Spîegel, biryara Meclîsa Eyaletan ragihand, ku hemû hikûmetên eyaletan li vê meclîsê tên temsîlkirin. Li gorî vê nûçeyê, hemû partiyan li hev kirine ku wesayîtên gazên bi zerar li atmosferê belav dikin, neyên tercîhkirin.

Ev pêşnûmeya ku ji aliyê Keskan û Dîe Lînke ve tê destekkirin, tê gotin partiya Sosyal Demokrat (SPD) û partiyên Yekîtiya Xiristiyan (CDU-CSU) erê kirine. Bi vê pêşnûmeyê re tê xwestin, motorên wesayîtên nû yên piştî sala 2030'î bikevin trafîkê, ne dîzel an jî benzîn bin.

Bi pêşnûmeyê re ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî tê xwestin, biryarek di heman çarçoveyê de bide.

Tê gotin, hikûmetên eyaletên Elmanyayê, bi vê biryarê re pêşî li pîşesaziya wesayîtên bi elektrîk vedikin, ku heta niha hilberîna vê ji sedî 1 bû. Ev pêşnûmeya ji aliyê Meclîsê ve hatiye qebûlkirin, hê girêdar nîne.