Li Elmanyayê ji ber sotemeniya komirê avhewa di talûkeyê de ye

Li Elmanyayê ji ber santralên komurê gefan li avhewayê û derdorê dixwe hevparên çepgir û rastgir ên hikûmetê yên Alman li ser heman mijarê gihiştin hev û li hev kirin.

Partiya Demokratên Xirîstiyan (CDU) a ku Serokwezîra Alman Angela Merkel jî di navde naxwaze santralên komirê ji holê rake. Ji ber santralên komirê avhewaya Alman di talûkeyê de ye. Heta sala 2050'ê tê payin ku gazên serayê zêde bibe û bandorek neyînî li xwezayê bike. Li gorî sala 1990'an ji sedî 80 - 90 tê armanc kirin ku rêjeya gazê kêm bikin. Tê zanîn ku ev santralên komirê yên li Elmanyayê dê bandorek neyînî li ser avhewayê bike. Wezîrê Aboriyê yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Cîgirê Serokwezîr Sigmar Gabriel têkildardî mijarê diyar kir ku di hilberîna komirê û berdana gazê de dê sînor daxin û li ser vê mijarê li hev kirine.

Sala par li Parîsê di konferansa Avhewa ya COP21 de peyman hat îmzekirin û li ser vê peymanê Elmanya sozê daxistina gazê dabû. Lê demek kurd ev sozên xwe ji bîr kirin. Li gorî peymanê sektora sanayê divê rêjeya gaza karbondîoksîtê heta 2030'an ji sedî 50 kêm bike û daxe asta her sal 140-143 milyon tonan. Lê di sozên salên berê de hatibû diyarkirin ku çavkaniyên sanayê dê rêjeya gaza karbondioksitê her sal daxin 130 milyon tonan. Li gorî peymanê sektora enerjiyê dê berdana gazê ji sedî 61-62, di sektora ragihandinê de ji sedî 40-42 di sektora çandiniyê de ji sedî 31-34, di sektora înşaetê de ji sedî 66-67 ye. Dîsa di vegera çopê ya li xwezayê de ji sedî 87 dê bê kêmkirin. Gelek saziyên muxalif ên derdorê û çepgir ên welat sozên Elmanya yên têkildarî derdorê di cih de nabînin. Heta 2022 tê plankirin ku hemû enerjiyên nukleerê bên betalkirin. Enerjiya Elmanya ji 5'an 1 enerjiya ku tê veguhestin. Ev cureyên enerjiyê di sedsala 21’an de armanc dike ku hem hevsengiya ekolojik hem jî mezinbûna aboriyê de dixwazin bê bijartin.