Li Elmanya bi hezaran xebatkarên hesin-pola di çalakiyê de ne
Bi hezaran kedkarên ThyssenKruupêku li Elmanya navdartirîn hilberînerê hesin-pola ye, li dijî ji karderxistina kedkaran ketin çalakiyê.
Bi hezaran kedkarên ThyssenKruupêku li Elmanya navdartirîn hilberînerê hesin-pola ye, li dijî ji karderxistina kedkaran ketin çalakiyê.
Hewl tê dayin ku ji 13 hezar kargehaThyssenKrûppê ya Dûîsbûrgê 4 hezar jê, ji kar werin derxistin.
Li dijî plana ji kar derxistina bi hezaran kesî ya kargehê nêzî 7 hezar kedkar protestoyek pêk anîn. Xebatkar li hemberî planên kargehê hatin hişyarkirin, lê têkildarî kargehên kitekit daxuyaniyeke zelal nehatiye dayi.
Li gorî hin nûnerên kedkaran talokeyeke wiha heye ku li Elmayayê ji 27 hezar xebatkarên ThyssenKrûppê ku saziya ThyssenKrûppa hesin-pola ye, wê 25 hezar kes ji kar werin derxistin. Tê gotin sedema vê jî ew e ku di demên dawî de kargeh gelek razeminiyên xwe veguhastine welatên ku hêza kar lê erzan e.