Li Êlihê 6 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê 6 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê têkildarî êrîşa komek ji endamên HUDA-PAR'ê ya li dijî ciwanên BDP'yî, 6 kes hatin binçavkirin.

Walîtiya Êlihê têkildarî êrîşa duh a li taxa Petrolê ya Êlihê rû da û ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn de daxuyaniyek nivîskî da. Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku 6 kes binçavkirine û lêkolîna wan têkildarî bûyerê didome. 

Duh li taxa Petrolê ya Êlihê komek ku tê îdîakirin endamên HUDA-PAR'ê ye êrîşî ciwanên BDP'ê kiribû. Di êrîşa çekdarî de ciwanê bi navê Ozcan Temel 26 salî jiyana xwe ji dest dabû û 2 kes birîndar bûbûn.