Li Efrînê çeteyekî El Qaîdeyê hat kuştin
Li Efrînê çeteyekî El Qaîdeyê hat kuştin
Li Efrînê çeteyekî El Qaîdeyê hat kuştin
Li gundê Qestel Cindo yê Efrînê, di pevçûna ji ber êrîşa çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de çeteyek hat kuştin, yek jî birîndar bû. Li Tirbespiyê jî YPG'ê welatiyek û gundê Harika yê Tirbespiyê ji destê çeteyan rizgar kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh di saetên nîvro de komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî girên gundê Qestel Cindo yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê kirin.
Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û pevçûn derketin. Hate hînbûn ku di encama pevçûnên ku hîn cih bi cih dewam dikin de çeteyek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Hate gotin ku hêzên YPG'ê çekek kelaşînkof jî destser kirine.
YPG'Ê WELATIYEK Û GUNDÊ HARIKA JI DESTÊ ÇETEYAN RIZGAR KIR
Di vê navberê de şervanên YPG'ê welatiyekî ji gundê Harika yê girêdayî Tirbespiyê ji destê komên çete yên DAIŞ'ê rizgarkirin û komên çete ji gund derxistin.
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam (DAIŞ)/Cephet El Nusra beriya du rojan welatiyê bi navê Izedîn Hisên bi tevî otomobîla wî ji gundê Harikê yê Tirbespiyê revandibûn.
Li ser vê bûyerê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî komên çete yên li herêma gundê Harika operasiyon pêk anîn û di encamê de gundê Harika û derdora wê ji komên çete hate rizgarkirin û welatiyê bi navê Izedîn Hisên jî ji destê çeteyan hate rizgar kirin.
Hate ragihandin ku gundê Harika yê li başûrê Tirbespiyê ku Kurd, Ereb û Suryan lê dijîn niha ji aliyên Yekîneyên YPG'ê ve tê parastin.