Li Efrînê 6 çete hatin kuştin
Li Efrînê 6 çete hatin kuştin
Li Efrînê 6 çete hatin kuştin
Li derdora gundên Yazibax û Meerîn di navbera hêzên YPG’ê û Çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn derket û di encamê de 4 ji çeteyan hatin kuştin. Li nêzî bajaroka Dêr Cemal a girêdayî bajarê Ezazê jî di navbera hêzên YPJ’ê û çeteyan de pevçûn derketin û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, li nêzî gundên Yazibaxê û Meerînê yên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê şevê din çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) êrîşî gundan kirin. Li ser bersivdayîn hêzên YPG’ê şer derket û di encamê de 4 çete hatin kuştin.
Li aliyekî din çeteyan li nêzî bajaroka Dêr Cemal a girêdayî bajarê Ezazê jî êrîşî navendeke YPJ’ê kirin û di encama pevçûnan de 2 çete hatin kuştin.
Pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên girêdayî DAIŞ’ê de li herdu deveran berdewam in. Ji meha bihurî ve çeteyên DAIŞ’ê hewl didin gundê Qestel Cindo ku şêniyên wê ji ola Êzîdî ne dagir bikin.