Li dijî navendek kirîn-firotinê ya Bexdayê êrîş: Herî kêm 10 mirî

Hate ragihandin, di êrîşa bombeyî de ku li ber navendek kirîn-firotinê ya li paytexta Iraq Bexdayê bi wesayîtek bombebarkirî hate lidarxistin, kêmahî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek ji birîndar hene.

Li gor agahiyên polîsên Iraqê, wesayîteke bombebarkirî ya li ber navenda kirîn-firotinê ya bi navê El Nakîl, bi wesayîtek duyem hate teqandin. Di êrîşê de herî kêm 10 kes mirin, hate ragihandin ku hejmara birîndaran jî kêmahî 25 in.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Saad Maad jî got ji ber bandora êrîşê ya hundirê navenda kirîn-firotinê kêm bû,  pêşiya hejmarek hê zêdetir kuştî hatiye girtin.

Hê ti kesî êrîş li xwe negirtiye, rayedar difikirin ku çeteyên DAÎŞ’ê kirine.

Navenda kirîn-firotinê ya tê texmînkirin ku ji ber beriya Cejna Qurbanê heta derengiya şevê vekirî dimîne hatiye hedefkirin, sala par hatibû vekirin.