Li dijî çeteyên xwestin gund talan bikin derbeyek giran

Li dijî çeteyên xwestin gund talan bikin derbeyek giran

Komeke çeteyên DAIŞ’ê hewl dan li gundê Çelebiyê yê rojhilatê Kobanê talan bikin ketin kemîna şervanên YPG’ê. Di encamê de pevçûn rû dan û têde 5 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên wan jî hatin rûxandin.

Li gorî agahiyên nûçegihana ANHA’yê dane,  komeke çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya gundê Çelebiyê yê rojhilatê Kobanê hewl dan derbasî gund bibin û talan bikin, ketin kemîna şervanên YPG’ê.

Di encamê de di navbera şervanan û çeteyan de pevçûn rû dan û têde 5 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên çeteyan jî hatin rûxandin. Her wiha çek û cebilxaneya li ser çeteyan jî hate desteserkirin.

Şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan li eniya rojhilatê Kobanê berdewame.