Li dijî CETA’yê dozeke 125 hezar daxwazname

Li dijî Peymana Bazirganî û Ekonomiya Berfireh a ku tê payin di navbera parlamentoyên netewî yên Yekitiya Ewropa (YE) û Kanadayê de were qebûlkirin, ku di 2014’an de hatibû îmzekirin, li Elmanya dozeke herî berfireh tê vekirin.

Li dijî CETA’yê ku 2014’an hatibû îmzekirin û tê payin ku îsal ji hêla parlamentoyên endamên Yekitiya Ewropayê ve were îmzekirin, yek ji wan welatên ku muxalefeta civakî zêde lê hebû Elmanya bû. 125 hezar daxwaznameyên gilîkirinê yên ku ji hêla saziyên Compact, Foodwatch û Mehr Demokratîeyê ve hatibûn berhevkirin radestî Dadgeha Destûra Federal a Karlsrûhê kirin. Di dîroka welêt de ev bû cara pêşî ku li dijî peymanekê ev qas kes bi îmzeyan dozê vedikin, tê gotin, peyman li dijî destûra bingehîn e. Dijberên CETA’yê diyar dikin, ku peyman were betalkirin, tê armanckirin pêşî li Peymana Hevkariya Razemînî û Bazirganiyê ya Transatlantîk (TTIP) were kirin, ku di navbera DYA û YE’yê de berdewam dike.

Herî dawî Wezîrê Ekonomiyê yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel, gotibû ew li dijî TTIP’ê ne lê CETA ji bo YE’yê ‘peymaneke baş e’’

Li gorî rêxistinên civaka sivîl ku li dijî peyamana bazirganiya serbest derdikevin, bi van peymanan, wê prensîb û kanûnên tendiristî, paqijî, têkildarî hawîrdorê li nav YE’yê were piştguhkirin. Dijberên peymanê dibêjin, her wiha li Ewropa û li welatên ku radibin, hilberînerê çandiniyê wê ziyanê bibînin.