Li Derya Spî di sala 2016'an de ji her demê bêhtir koçber mirin
Hejmara koçberên ji Lîbyayê berê xwe didin Îtalyayê lê di Derya Spî de jiyana xwe ji dest didin, roj bi roj zêde dibe. Di nava vê salê de li Derya Spî, ji her demê bêhtir mirov mirin.
Hejmara koçberên ji Lîbyayê berê xwe didin Îtalyayê lê di Derya Spî de jiyana xwe ji dest didin, roj bi roj zêde dibe. Di nava vê salê de li Derya Spî, ji her demê bêhtir mirov mirin.
Li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Lîbyayê, ji roja Yekşemê û vir ve li peravên bajarê Trablûsê cesedên 40 koçberan hatine dîtin. Di daxuyaniyê de hatr agihandin roja Înê 8, duh jî cenazeyên 6 koçberan hatine dîtin.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (IOM), di nava vê salê de li Derya Spî 4 hezar 220 koçberan jiyana xwe ji dest dane, ku piraniya van li peravên Lîbyayê fetisîne.
Ev hejmar, ji niha ve ji hejmara giştî ya salên 2014 û 2015'an zêdetir e. Di sala 2015'an de 3 hezar 500 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.
Li gorî daneyên IOM, hejmara mirovên di sala 2016'an de li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan, gihîştiye asta rekorê.