Li Dêrsimê binçavkirin hatin protesto kirin
Li Dêrsimê binçavkirin hatin protesto kirin
Li Dêrsimê binçavkirin hatin protesto kirin
Li navend Dêrsimê û navçeya Pilûrê binçavkirin û şandina 8 kesan ya Edliyeya Meletiyê bidaxuyaniyekê hatin şermezarkirin.
7 BDP’î û kesê ji Baskê Gel li navçeya Dêrsimê hatîn binçavkirin, şandin Edliyeya Melatiyê.
Di çapemeniyê de hat destnîşan kirin ku, 8 kes di çarçoveya lêpirsînkirina êrîşa li ser Serokdozger Mûrat Uzunê ya di sala borî de hatî kuştin hatine binçav kirin. Parêzaran jî dan diyar kirin ku, di derbarê sûîqesta dozger de qet pirs nekirine.
Divê navberê de îro ji bo protestokirina binçavkirinan li Dêrsimê û Şaxê daxuyanî hatin dayîn.
Îro li navedan BDP’ê ya Şaxê bi daxuyaniyekê binçavkirin protesto kirin. Endamên ESP’ê jî piştgirî dan daxuyaniyê.
Li Dêrsimê jî endamên BDP’ê li kolan Sanatê hatin cem hev û ber bi bazara binerdî meşiyan. Endamên EMEP û ESP’ê jî piştgirî dan meşê. Hevserokê BDP’ê yê bajêr Ergîn Dogrû daxuyanî da û da diyar kirin ku, piştî roja lêkirina dîwarê şermê yê di sinorê Nisêbîn û Qamişloyê de roja din li Şaxê serdegirtinên bi faşîstane pêkhatin.
Îro li Dêrsimê Baskê Gel jî li ser bazara binerd daxuyanî da û pankarta “Girtin, binçavkirin, zext nikarin me binbêxin.” Vekirin. Endamên DHF û ESP’ê jî piştgirî dan daxuyaniyê.