Li Colemêrgê polîsan mudaxaleyî çalekiya ciwanan kir

Li Colemêrgê polîsan mudaxaleyî çalekiya ciwanan kir

Li Colemêrgê komek ciwanên ku xwest li dijî Dîwarê Şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin çalakî pêk bînin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Koma ciwanan li hemberî muaxaleya polisan bersîv da û pevçûn derket.

Komek ciwan li taxên Daggolê li dijî "Dîwarê Şermê" yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin, li dijî êrîşên li ser girtiyên jin ên Girtîgeha Muşê û ji bo piştgiriya çalakiya Ayşe Gokkan a li ser sînor çalakî pêk anîn rastî mudaxaleya polisan hatin. Koma ciwanan ku di saetên şevê de li kuçeya Medeni Sancar kom bûn, agir pêxistin û çalakî pêk anîn. Polîsan bi bomeyên gazê û va şit mudaxale kirin. Koma ciwanan jî bi Molotofan û keviran bersîv da polîsan. Piştî di navbera ciwan û polîsan de şer derket, bûyer li taxên Keklikpınar, Daggol, Berçalan, Merzan û Katramasê belav bûn.

Di saetên şevê de bûyer li hemû taxan belav bû. Piştî ciwanan xwe paşve kişandin çalaki bi dawî bû.

Li aliyê din li taxa Berçelanê hat zanîn ku maşîneyek aydî mamoteye Dersxaneya FEM'ê ji aliyê ciwanan ve hat şewitandin.