Li Colemêrgê 2 jê zarok 9 kes hatin binçavkirin
Li Colemêrgê 2 jê zarok 9 kes hatin binçavkirin
Li Colemêrgê 2 jê zarok 9 kes hatin binçavkirin
Li Colemêrgê, di encama serdegirtina malan de 9 kesên ku di nav de zarok jî hebûn, hatin binçavkirin. Di serdegirtinên ber destê sibê de gelek derî û pace hatin şikandin.
Polîsan danê sibê li taxên cuda yên Colemêrgê avêtin ser gelek malan û di encamê de bi îdîaya tev li bûyeran bûne Mazlûm Kûrt, Naîm Tîmûr, Ferhat Ertûnç, Serhat Dûrak, Harûn Demîr, Rojhat Demîr, Ercan Îhtiyaroglû û zarokên bi navê D.A (15) û B.T. (17) hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku her 9 binçavkirî birine Muduriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Muduriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.
Ferîde Ûçar da xuyakirin ku di dema serdegirtina mala wan a li taxa Pehlîvan de dema neviyê wê Naîm Tîmûr hat binçavkirin, polîsan derî û paceyên mala wan şikandine û got, "Bi şev saet di 03:00 de hatin. Neviyê min bi tena serê xwe li malê bû. Xwestin neviyê min bibin. Lê belê berî bikevin hundir deriyê derve yê ji hesin û cam şikandin û bi wî rengî neviyê min kirin bin çavan."