Li Cizîrê xwendekaran dîwarê şermê protesto kirin

Li Cizîrê xwendekaran dîwarê şermê protesto kirin

Li dijî dîwarê şermê yê navbera Nisêbîn-Qamişloyê, bi sedan xwendekar li Cizîrê meşiyan.

Li ser banga Meclîsa Ciwanana a BDP'ê li Cizîrê bi sedan xwendekar dema ji dibistanê derketin bi pankarta bi nivîsa "Em ne mîna berê bijîn, ne jî mîna berê şer bikin" meşiyan.

Xwendekarên li Kolana Hunerê hatin cem hev, ji bo dîwar protesto bike heta Kolana Orhan Dogan meşiyan.

Li gel astentiya polîsan jî xwendekaran meşa xwe dewam kirin û piştre bi bêdengî belav bûn.