Li Cizîrê nûnerên RCS ji bo kampanyaya Kobanê hatin cem hev

Li Cizîrê nûnerên RCS ji bo kampanyaya Kobanê hatin cem hev

Li Cizîrê 25 nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) bi armanca kampanyaya ji bo Kobanê bidin destpêkirin hatin cem hev.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê 25 nûnerên RCS'yan û partiyên siyasî bi armanca piştevaniya ji bo gelê Kobanê  civînek pêk anîn. Civîna ku şaredariya Cizîrê organîze kir, Serokê Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Alî Akdenîz, Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Cizîrê Alî Gund , Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Kadîr Konur û 25 nûnerên RCS’yan tevlî bûn. Piştî civînê li ber şaredariyê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

Kadîr Konur di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku wan bi hemû nûnerên RCS’yan re ji bo Rojava kampanyayek dane destpêkirin û got: “Bendewariya me ji saziyên sîvîl ev e ku di xebatên kampanyayê de rolek aktîf bilîzin. Bi vê wesîleyê em hatin cem hev û me kampanyayek da destpêkirin. Ji bo vê me komîsyonek ava kir. Komîsyonên hatine avakirin wê xebatan bi rê ve bibe. Em nûnerên RCS’yan û gelê xwe spas dikin.”