Li Cizîrê ji bo gerîlayê HPG’ê Fîdan mewlûd

Li Cizîrê ji bo gerîlayê HPG’ê Fîdan mewlûd

Ji bo gerîlayê HPG’ê Servet Fîdan ê li bejahiya  Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn.
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê ji bo gerîlayê HPG’ê Servet Fîdan (Çekdar Cîlo) ê sala borî li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbata wî ve mewlûd hat dayîn. Di mewlûda ku bi sedan kes beşdar bûn de Serokê Rêxistina BDP’ê ya Cizîrê Ahmet Çeter, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, rêveberên BDP’ê yên Şirnex û navçeyên wê û nûnerên MEYA-DER jî beşdar bûn. Piştî xwendina mewlûdê deqiqeyek rêz hat girtin.
Di mewlûdê de Nûnerê Cizîrê yê MEYA-DER Mele Kasim Yîgît got ku bi saya ciwan û zarokên kurd ên ji bo azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane gihiştine wan rojan û wiha dewam kir, "Gelê kurd bi her cure polîtîkayên zext, înkar, tunekirin û asîmîlasyonê re rû bi rû hat. Lê li hember tu lîstîkên qirêj serê xwe netewand. Ji niha û şûn ve jî wê netewîne.”
Bavê Servet Fîdanê gerîlayê HPG'ê  Bakî Fîdan jî anî ziman ku kurê wî ji bo doza mafdar a gelê kurd canê xwe daye û wê di rêya kurê xwe de bimeşe.
Piştî axaftinan xwarina mewlûdê hat xwarin