Li Cizîrê 2 jê zarok 5 kes hatin binçav kirin

Li Cizîrê 2 jê zarok 5 kes hatin binçav kirin

Di serdegirtinê duh bi şev li Cizîrê 2 jê zarok 5 kes hatin binçav kirin.

Hat ragihandin ku li navçeya Şirnexê Cizîrê duh bi şev polîs û tevgera tîmên teybet li gelek taxan hemwext di ser gelek malan de girtine. Piştî lêgerînên ku li malan kirin şûnde li gel zarokên bi navê M.Ç. 15 salî, H.E. 17 salî, Cîhat Kilici 20 salî, Ahmet Nas 19 salî û Mustafa Aşkin 22 salî, bi îdiaya YDG-H’ê ne hatine binçav kirin. 2 jê zarok 5 kesên ku hatine binçav kirin, birin Rêveberiya Emniyeta Navçeya Cizirê.