Li Çînê rûxîn: Gelek karker mirin
Li Rojhilatê Çînê avahiya ku karkerên koçber lê diman rûxiya û bi kêmanî,17 kes mirin.
Li Rojhilatê Çînê avahiya ku karkerên koçber lê diman rûxiya û bi kêmanî,17 kes mirin.
Vê sibehê li Taxa Wenzhou li Taxa Luchengê avahiya ku karkerên koçber lê diman hate xwarê, 8 karker hatin xilaskirin bi kêmanî cenazeyê 17 kesan hate derxistin.
Tîmên xilaskirinê xebatên xwe didomînin bê ka hin kesê din di bin kavilan de mane yan na.
Li gorî şêniyên derdorê ku agahî dana ajansan li avahiya ku rûxiyayî karker diman ku ji herêmên din ên Çînê hatibûn. Ji ber ku li her qada avahiyê gelek kes diman tê payin hêjmara kesên ku mirine zêdetir bibin.
Avahiya din ên li derdora vê avahiyê jî hilweşiyayî ji ber xeteriya rûxîna wan ji hêla rayedaran ve hate rûxandin.