Li Çînê li rayedarê bertîl girt, cezayê îdamê hat birîn
Li Çînê, li rayedarekî payebilind, ji ber ku 249 mîlyon yen (32 mîlyon Euro) bertîl girtiye, cezayê îdamê hat birîn.
Li Çînê, li rayedarekî payebilind, ji ber ku 249 mîlyon yen (32 mîlyon Euro) bertîl girtiye, cezayê îdamê hat birîn.
Berpirsyarê berê yê Wîlayeta Yûnnan a li başûrrojavayê welêt Baî Empeî yê ji Partiya Komunîst, li pêşberî Dadgeha Anyangê hat darizandin.
Baî Empeî di navbera salên 2001-2011'an de navê herî girîng ê Partiya Komunîst bû li Yûnnanê. Di sala 2014'an de ket ber lêpirsînê. Dadgehê qebûl kir ku Empeî di mijara mafên emlaqê, projeyên madenê û erkdarkirina siyasetmedaran de, bertîl girtiye.
Cezayê îdamê li Empeî hat birîn. Ev ceza bi giranî dibe girtina li hepsê ya heta dawiya emrê xwe.
Ajansa Nûçeyan a Çînê her wiha ragihand, du rayedarên din ên payebilind jî hatine girtin. Rêveberê berê yê eyaleta Hebeî ya li bakur Zhû Benşûn bi girtina bertîlê hat sûcdarkirin. Di heman demê de Yang Donglang ê ji ewlekariya xebatê ya welêt berpirsyar e, bi girtina bertîlê hat sûcdarkirin. Donglang par ji wezîfeyê hatibû girtin.