Li Cezaayê çalakiya YPG'ê: 4 çete hatin kuştin

Li Cezaayê çalakiya YPG'ê: 4 çete hatin kuştin

Li başûrrojhilatê Cezaayê, di encama çalakiyên YPG'ê de, 4 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku duh danê nîvro li başûrrojhilatê Cezaayê li derdora gundê Qadisiyê hêzên YPG'ê li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistine. 

Navendê got, "Hêzên me derb li 3 wesayîtên çeteyan dan û motorsîkletek wan jî îmha kirin. Hêzên me derbek mezin li çeteyên ji bo teqwiye hatin jî dan. Piştî vê çalakiyê şer dem bi dem dewam kir. Di vê çalakiyê de 4 kuştiyên çeteyan û 3 birîndarên wan hatin tesbîtkirin."