Li Brîtanyayê alîgirên YE daketin kolanan

Li Brîtanya Mezin, ku di referandûma 23'ê Hezîranê de ji sedî 52 ê gel dengê xwe ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) bi kar anî, nerazîbûna alîgirên Ewropayê dewam dike.

Duh bi deh hezaran kes li gelemperiya welêt dahetin kolanan û xwestin referandûm bê dubarekirin.

Piştî zelalbûna Brexîtê (derketina Brîtanyayê ji nava Ewropayê), tê payîn serlêdana derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê were kirin. Lê alîgirên Ewropayê dixwazin ev biryar ji nû ve bê nirxandin. 

Bi deh hezaran kesên dixwazin Brîtanya di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin, duh li paytext London û li gelek bajaran binavê 'Meşa Ewropayê' çalakî lidar xistin. Meşa li Londonê li Hyde Parkê destpê kir û heta ber avahiya parlamentê dewam kir.

Referadûma 23'ê Hezîranê bi tevlîbûna ji sedî 72 ê hilbijêran pêk hatibû û ji sedî 52 ê ji wan dengê ji bo derketina ji nava Ewropayê bi kar anî bûn. Li paytext London, Skoçya û Îrlanda Bakur piraniya hilbijêran xwestin li nava Yekîtiya Ewropayê bimînin. Lê belê li Îngilîstan û Gallerê dijberên Yekîtiya Ewropayê zêdetir bûn.

Li hemberî vê daxwazê jî hikûmetê beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê referandûmeke duyemîn neyê lidarxistin.

Hin ji çalakgerên duh jî dan xuyakirin, ku ew daxwaza referandûmeke duyemîn nakin, lê belê ew dixwazin têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re werin parastin.