Li Bexdayê teqîn: 9 mirî, 30 birîndar
Di teqîna li paytexta Iraq Bexdayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Di teqîna li paytexta Iraq Bexdayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Kerade ya li paytext Bexdayê, duh êvarê êrîşeke xwekujî hat kirin. Ji ber êrîşê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên polîsan gotin, êrîş bi wesayîteke bombebarkirî li ber nexweşxaneya Ebdulmecîd hatiye kirin. Hat ragihandin, êrîş ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin.
Li herêma Kerade ya Bexdayê, du meh berê jî êrîşên bombeyî hatibûn kirin û zêdeyî 300 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.