Li Berlînê Partiya Çep, li Mecklenbûrgê jî AfD wê dengê xwe zêde bikin

Li Elmanyayê, roja Yekşemê li Mecklenbûrg-Vorpommerngê û 18'ê Îlonê jî wê li Berlînê hilbijartinên eyaletan werin kirin. Tê payîn ku dengê partiyên li desthilatdariyê, di van hilbijartinan de kêm bibe.

Çav li rê ye, rêjeya dengê Partiya Çep li Berlînê gelekî zêde bibe. Li Mecklenbûrg-Vorpommernê jî tê payîn ku partiya AfD a bi gotinên xwe yên li dijî biyaniyan derdikeve pêş, bibe partiya duyemîn.

PARTIYA DIJMINÊ BIYANIYAN AFD WÊ JI PARTIYA MERKEL DERBAS BIBE

Beriya hilbijartina roja Yekşemê ya li Mecklenbûrg-Vorpommernê, şîrketa INSA'yê li vê eyaletê anketek çêkir. Li gorî vê anketê; Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji sedî 28 ê dengan distîne û bi vî rengî 7 pûanan kêm dike. Di hilbijartina ji bo Parlamenta Eyaletê de wê bi rêjeya ji sedî 23 a dengan, partiya dijberê biyaniyan Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) di rêza duyemîn de cih bigire.

Di anketê de tê dîtin, ku partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU bi 3 pûanan kêm dike û ji sedî 20 ê dengan distîne. Rêjeya dengê Partiya Çep (Dîe Lînke) jî ji sedî 15 ye. Li gorî vê anketê Dîe Lînek li gorî sala 2011'an 3 pûanan kêm dike. Partiya Keskan jî ji sedî 6 ê dengan distîne û dibe partiya pêncemîn a cihê xwe di parlamentê de digire. Partiya nîjadperest û Neonazî Partiay Elman a Neteweperest (NPD) bi tenê ji sedî 2 ê dengan distîne û nikare cihê xwe li nava parlamentê bigire.

LI BERLÎNÊ DÎE LÎNKE DENGÊ XWE ZÊDE DIKE, AFD JÎ CARA YEKEMÎN DIÇE PARLAMENTÊ

Li paytext Berlînê jî, ku wê di 18'ê Îlonê de hilbijartin lê bê kirin, li gorî anketa şîrketa Forsa, partiya SPD a ku erka serokwezaretiya eyaletê di destê wê de ye, 4 pûanan kêm diek û ji sedî 24 ê dengan distîne. Partiya Keskan bi rêjeya ji sedî 19'an dibe partiya duyemîn. Li Berlînê, çav li rê ye ku CDU û Dîe Lîne ji sedî 17 ê dengan bistînin. CDU li gorî sala 2011'an 6,5 pûnan kêm dike. Dîe Lînke jî 5,3 pûanan zêde dike.

Partiya AfD jî ku cara yekemîn e li vê eyaletê tevlî hilbijartinê dibe, ji sedî 10 ê dengan distîne. Li gorî anketên şîrketên din, dibe ku rêjeya dengên AfD bigihêje ji sedî 15'an.

Beriya hilbijartinên giştî yên federal ên Îlona 2017'an, wê li 5 eyaletên Elmanyayê hilbijartin were kirin. Piştî Mecklenbûrg-Vorpommern û Berlînê, wê di Adara 2017'a de li Saarlandê, di Gulanê de li Nordrheîn-Westfalen ku yek ji pênc parên nifûsa welêt lê dijîn û li Schleswîg-Holsteînê hilbijartinên eyaletan bên kirin.