Li bejahiya Amedê kemîn, li Şemzînan û Zagrosê keşif

Li bejahiya Amedê kemîn, li Şemzînan û Zagrosê keşif

Artêşa Tirk li herêma çiyayê Akdagê yê li Amedê faliyetên kemînan didin meşandin, li bejahiya navçeya Colemêrgê Şerzînanê tevgera leşkerî berfih kirîne. Li bejahiya Şemzînanê û qadên di bin denetima gerîlan de ne bi balefiran keşfek berfih kirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) bal kişand li ser faliyetên kemînan li bejahiya Amedê û da diyar kirin ku  artêşa Tirk bi pazeran dewriyê ji dikin û got: “Di 27-28-29’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirk ya dagirker li çiyayê Akdag yê Amedê û li gundên Çewligê yên di kevin li sêgoşeya Genç û Paloyê Suveren, Îstakonî û Miyelanê kemîn danîn. Dîsan li gundê Miyelan û Îstakonî bi panzeran dewriyê geriyan.”

Di derbarê tevgera leşkeriya ya li Colemêrgê de jî ew agahiyên henê dan: “ Di 22’ê Cotmehê de li gundên girêdayî navçeya Colemêrgê Şemzînanê Gelişimê û girê Karadag û Meydanê artêşa Komara Tirk ya dagirker tevgera leşkerî berfireh bû û di 28’ê Cotmehê de ev herêmên henê ji girtin nava xwe, girên girêdayî Şerzînanê girê Konser û girê Kanalan û girê Genîş berfih bû.”

Li milê din NÇR-HPG’ê  da diyarkirin ku di 30’ê Cotmehê de di saet 10:00- 15:00’an de li Herêma Paristina Medyayê herêma Zagrosê, 31’ê Cotemehê de jî di saet 08:00- 10:00’an de li heftenînê, Metîna û Garê artêşa Tirkiyê bi balefirên bê mirov keşfên  berfih kirin.