Li Bêciyê teqînek mezin

Li Bêciyê teqînek mezin

Li qadek qelebalix a navçeya Bêcî ya ku beriya niha ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû derxistin, teqînek mezin pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 9 sivîl mirin û 15 jî birîndar bûn.

Li bajaroka Hemamatî ya girêdayî navçeya Bêcî ya li bakurê Bexdayê, di encama êrîşeke wesayîta bombebarkirî de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 15 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibin.