Li başûrê Tirbespiyê şerê dijwar

Li başûrê Tirbespiyê şerê dijwar

Di operasyona ku YPG’ê li dijî komên çete, bi navê “Hemleya dilsoziya bi şehîdên Qamişlo û Kobanê re”, duh saet derdora 20.30’an de dabû destpêkirin de, 4 gund hatin rizgarkirin. Her wiha wesayîtek çeteyan hate rûxandin û gelek ji wan hatin kuştin.

Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku gundên Sofya û Mira û 2 gundên din ên li başûrê Tirbespiyê ji komên çete hatine rizgarkirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku wesayîtek hatiye rûxandin, bîksiyek, burnoyek û kelaşnîkofek jî hatiye desteserkirin. Hate gotin ku di pevçûnan de gelek çete hatine kuştin û cenazeyên 2 ji wan di destê YPG’ê de ne.

LI BAŞÛRÊ TIRBESPIYÊ ŞERÊ DIJWAR

Li gorî ahahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine girtin di çarçoveya "Opersyona Şorşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Qamişlo û Kobarê re", duh bi şev saet di 23.15'an li gundê Mihemed Diyab a başûrê Tirbespiyê di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ/Cebhet El-Nusra şerên dijwar derketine. Der barê encamên van pevçûnan de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.