Li Başûrê Kurdistan Kelarê bîranîna 7 gerîlayên PKK’ê

Li Başûrê Kurdistan Kelarê bîranîna 7 gerîlayên PKK’ê

Sibê li bajaroka Kelar a ser bi herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna 7 gerîlayên PKK'ê yên ji herêma Germiyan di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane merasîmek tê lidarxistin.

Bavê gerîlayê PKK'ê Karwan Gabar, Elî Hemed Salih ji Rojnews re axivî û got: “Ji bo bîranîna şehîdên Germiyan ên di nav refên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê de jiyana xwe ji dest dane, sibê li qada Munasibetan a bajaroka Kelarê, merasîmek girseyî tê lidarxistin.”

Salih got: “Merasîm saet 14:00’an destpê dike û şehîdên Kurd û Kurdistanê bi taybet şehîd Karwan Germiyanî, Ş. Cengawer, Ş. Karwan Gabar, Ş. Goran, Ş. Bazo û Ş. Agirîn têne bîranîn.”

Her wiha Elî Heme Salih bang li xelkê Kelarê kir ku ji bo bîranîna van şehîdan bi girseyî beşdarî merasîma sibê bibin.