Li bajaran bi çandina daran ve wê jiyana bi deh hezaran mirovî rizgar bibe

Li gor lêkolînek dezgehek havîrdorê ya bi navê Nature Conservancy, bi saya çandina daran ên ku bi mesrefên biçûk li bajaran pêk tê, her sal wê jiyana bi deh hezaran mirovî rizgar bibe.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber zêdebûna bajarîbûnê û wesayîtên bi motor, li bajaran rêjeyek zêde ya qirêjbûnê çêbûye, daneyên 245 metropolên cîhanê yên bi nav û deng hatin lêkolînkirin.

Di raporê de pêşniyarên mîna bila li bajaran veguhestina komî û hevparî bikaranîna wesayîtan bi pêk bikeve, cadeyên taybet ji bo bîsîkletan û peyayan bên zêdekirin û trafîka hundirîn bê sînordarkirin. Di heman raporê de ji bo kêmkirina rêjeya karbondîoksîta li metropolan jî tê xwestin ku bi taybet divê girîngî ji bo çandina daran hebe.

Di rapora Komaleya Tenduristiya Gelemperî ya Amerîkan a Nature Conservancy de ku li bajarê Denver ê DYA di civîna salane de weşand, li bajaran tenê her kesek 4 dolaran razîne wê projeyên mezin ên çandina daran bikevin dewrê. Li gor raporê, bi vê sayê vê wê pêşî li mirinên 11 hezar-37 hezar kesî bê girtin ku ji ber nexweşiyên girêdayî qirêjiya hewayê dimirin.

Di raporê de bal tê kişandin ku dar karbondîoksîtî dimêjin û paqij dikin, tê destnîşankirin ku ji bilî mirinê wê nexweşiyên ku bi sed hezaran kes pê dikevin jî sînordar bike.