Li Amedê hejmara binçavkiriyan bûn 12 kes

Li Amedê hejmara binçavkiriyan bûn 12 kes

Li Amedê di encama serdagirtina malan de 12 ciwan bi îdîaya "Endamên Yekîneyên Parastina Cewherî ne" hatin binçavkirin.

Piştî çalakiyên ji bo Kobanê pêk hatibûn li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirinê hatibûn destpêkirin. Li Amedê ber destê sibê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 12 ciwan binçav kirin. Polîsan bi ser mala ku xebatkarên Gun TV lê dimînin de jî girtin û nûçegihana Gun TV Kubra Soylemez û M.F.Ç. jî di nav de bûn 12 ciwan hatin binçavkirin.

M.F.Ç. ji ber temenê wê di bin 18 salan de ye ew birin Midûriyeta Zarokan û 11 ciwan jî birin Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Amedê. 12 binçavkirî hê di bin çavan de tên girtin û hat hînbûn ku bi îdîaya "Endamên Yekîneyên Parastina Cewherî ne" hatine binçavkirin.