Li Amedê Bulvara Qamişlo tê vekirin
Li Amedê Bulvara Qamişlo tê vekirin
Li Amedê Bulvara Qamişlo tê vekirin
Li Amedê, Bulvara Qamişlo ku rêya Mêrdîn-Ruhayê ya Amedê digihîne hev tê vekirin. Rê wê di 12'ê Mijdarê de ligel viyaduka Zoxê were vekirin û tê payîn ku hatinûçûyîna bajêr hinekî rehet bike.
Bulvara Qamişlo ku ji aliyê Serokatiya Beşa Karên Fenî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve tê çêkirin, qonaxa wê ya yekem amade ye. Rêya ku bi 28 mîlyon û 500 hezar lîreyê hat çêkirin 9 kîlometre dirêj e û dê şerîdeke wê bo hatinûçûyîna dualî bê vekirin.
Rêya ku dê rêya Mêrdîn û Ruhayê bi hev ve girê bide weke rêya hawirê ya hundirîn e û tê de viyadûka Zoxê heye. Ev viyadûk 243 metre dirêj e, 13.25 metre jî pan e, 7 piyên wê hene û ji 6 şerîtan pêk tê.
Bulvara Qamişlo dê roja Sêşemê (12'ê Mijdarê) saet di 11:00 de dê bi merasîmekê ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ve bê vekirin. Ji bo beşdarî merasîmê bibin, dê girseya gel saet di 10:30 ji ber Şaredariya Bajarê Mezin li hev kom bibe û bi otobusan biçe cihê Bulvarê.
Bulvara Mahabadê ku rêya Ruha û Elezîzê digihîne hev û 75 metre dirêj e berê hatibû vekirin. Bi Bulvara Qamişlo re dê rêya hawirê ya hundirîn bi dawî bibe.