Li Agiriyê operasyon

Li Agiriyê operasyon

Balafirên şer ên Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya li Zap û Avaşînê keşfê dike. Her wiha artêşa Tirk li herêma Qirê Kor a girêdayî Agiriyê jî li gel keşfan operasyonek da destpêkirin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk di 13’ê Mijarê de saet di 19.30’an de  û îro jî saet di 02.30’an de li Zapê xebatên keşfê kiriye. Her wiha îro saet di navbera 00.00 û 01.00’an de jî li herêma Avaşîn keşf kiriye.

HPG’ê da zanîn ku li Agiriyê jî duh saet di 14.30 û 17.00’an de li herêma Qirê Kor keşf hatiyekirin û di 14’ê Mijdarê de jî saet di navbera 07.30 û 08.30’an li herêmê tevgera helîkopterên skorsky pêk hatiye û got: “Her wiha heman rojê jî artêş Tirk li vê herêmê seat 06.00’an operasyon daye destpêkirin. Di van operasyonan de şehîdgeha vê herêmê hatiye hedef girtin. Operasyon saet di 09:00'an bi dawî bûye.”