Li Afganîstanê êrîşa li dijî mizgefta Şîa: Herî kêm 14 kes mirin
Li Afganîstanî, şerê navbera çeteyên Talîbanê û yekîneyên artêşê li gelek wîlayetan dewam dike. Li paytext Kabûlê jî di êrîşa li dijî Şîa de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Afganîstanî, şerê navbera çeteyên Talîbanê û yekîneyên artêşê li gelek wîlayetan dewam dike. Li paytext Kabûlê jî di êrîşa li dijî Şîa de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li paytext Kabûlê, li dijî Şîayên Roja Aşûreyê li mizgeftê li hev civiya bûn, êrîşek hat kirin ku tê texmînkirin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye kirin. Ji ber vê êrîşê herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 26 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, çeteyan hin kes dîl girtin e.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir Sedik Sedikî da xuyakirin, ku êrîşkarên ketin hundirê mizgefta Şîa, gule li mirovên îbadet dikirin reşandin.
Li aliyê din, li Kûndûz û derdora wê şerê navbera Talîbanan û yekîneyên artêşê dewam dike. Li gorî agahiyan, ji ber vî şerî bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe bûne.
Piştî şerê li wîlayeta Faraîn ê duh, hatibû ragihandin ku kontrola navçeya bi navê Gormaçê ketiye destê Talîbanan. Şerê navbera Talîbanan û yekîneyên artêşê li gelek wîlayetan dewam dike.