Li Afganîstanê, êrîş li nûnertiya Elman hat kirin
Li bajarê Mezar-i Şerîf ê Afganîstanê, li dijî Konsolosxaneya Elmanyayê êrîşeke bombeyî hat kirin. Tê gotin, ji ber êrîşê gelek kes mirin e û birîndar bûne.
Li bajarê Mezar-i Şerîf ê Afganîstanê, li dijî Konsolosxaneya Elmanyayê êrîşeke bombeyî hat kirin. Tê gotin, ji ber êrîşê gelek kes mirin e û birîndar bûne.
Li gorî dema herêmê, saet di 23:40 de Talîbanan bi wesayîteke bombebarkirî êrîş kirin. Li gorî agahiyan ji ber êrîşê herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî sed kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Belh ku bajarê Mezar-i Şerîf pê ve ye, wesayîteke bombebakirî li ber avahiya konsolosxaneyê hatiye teqandin. Hat ragihandin, ev êrîş ji aliyê endamekî Talîbanê ve hat kirin û ji ber êrîşê xisareke mezin li avahiyê bû.
Tê gotin, piştî teqînê leşkerên Elman kontrola avahiyê û derdora wê xistine destê xwe.
Li Afganîstanê hê jî 940 leşkerên Elman hene, ku wezîfeya wan a fermî di sala 2014'an de qediya bû.
Herî dawî ji ber bomberdûmana balafirên NATO'yê ku dest li şerê li Kûndûzê werdidan, hefteya derbasbûyî 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Talîbanan bi daxuyaniyekê îdîa kirin ku êrîşa li dijî Konsolosxaneya Elman, ji bo hilanîna tolê hatiye kirin.