Li gorî vê yekê, têkiliya navbera Şaristaniya Çînê û cîhana Rojava, beriya Rêya Îpekê dest pê kiriye.
Di nûçeya The Independent de, ku li gorî belgeseleke BBC hat amadekirin, di çêkirina berhemên antîk ên bi navê Artêşa Terrakotta de, ku li gora Împaratorê Çînê Qîn Shî Hûang in, peykeltraşên Yewnan jî hebûn.
Têkildarî îdîaya li ser hebûna peykeltraşên Yewnan, hat tespîtkirin ku hin ji DNA yên li herêmê hatine dîtin, ên Ewropiyan e. Ev yek jî îdîayên ku dibêjin 'Di sedsala 3'an a berî zayînê de Ewropî li Çînê hebûn' xurtir dike.
Hin fîgurên bronz ên di dema kolandina gora împarator de hatin dîtin, hat tespîtkirin ku bi teknîkên li Yewnan a Antîk hatine çêkirin.
Arkeologên di nava vê lêkolînê de cih digirin, li gorî delîl û daneyên bi dest xistin, gihîştin wê encamê ku peykeltraşên Ewropî yên di çêkirina peykerên Artêşa Terrakotta de cih girtine, ji Yewnanîstan a Antîk in. Arkeolog dibêjin, li gorî van daneyên dawî dibe ku têkiliya navbera şaristaniyên Çîn û Rojavayî, beriya Rêya Îpekê dest pê kiribe.
Delîl û daneyên li ser têkiliyên dîplomatîk û bazirganiyê yên navbera şaristaniyên Rojhilat û Rojava, meha derbasbûyî jî hatibûn dÎtin. Li Japonyayê, di encama kolandinekê de pereyê hesin ê ji serdema Romayê hatibû dîtin. Û hatibû tespîtkirin ku ev pere bi rêya bazirganên Ewropî yên diçûn Çînê, gihîştine vê herêmê.