Leşkeran li Pira Pak a Dêrsimê nuqteya kontrolê danîn
Leşkeran li Pira Pak a Dêrsimê nuqteya kontrolê danîn
Leşkeran li Pira Pak a Dêrsimê nuqteya kontrolê danîn
Gelek leşkerên ku li ser Pira Pak a di navbera Dêrsim-Erzîncan de bicih bûne, wesayîtên ku ji Dêrsimê diçin Erzînxan kontrol dikin.
Di rojên dawî de li Dêrsimê tevgera leşkerî ku zêde bûye, leşkeran nuqteyên kontrolê çêkirine. Saetên êvarî bi dehan leşker û polîsên taybet li ser Pira Pak ku bi cih bûne, li ser rêya Dêrsim-Erzînxan nuqteyên kontrolê ava kirine. Wesayîtên ku ji Nazimiye û Pulemur ber bi Dêrsimê ve diçin , tên kontrolkirin û piştî kontrola nasnameyan destûra çûna wan tê dayîn.