Leşkeran bi ser konê sersaxiyê de girt
Leşkeran bi ser konê sersaxiyê de girt
Leşkeran bi ser konê sersaxiyê de girt
Leşkeran bi ser konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG'ê Vedat Subaşi (Cûdî Welat) li gundê Kolosikê hatibû vedan de girtin. Leşkeran birayê Subaşi Samet Subaşi û Hevserokê HDP'ê yê Haskoyê Raîf Ylmaz binçav kirin.
Şervanê YPG'ê Vedat Subaşi (Cûdî Welat) di şerê çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Kolosikê yê Haskoya Mûşê hatibû definkirin. Malbata Subaşi li gund konê sersaxiyê vedan. Leşkeran bi ser kon de girtin û bi hinceta ku biryara desteserkirina poster û alan heye hemû berhev kirin.
Birayê Subaşi Samet Subaşi nerazîbûn nîşanî leşkeran da û li ser vê yekê Subaşi û Hevserokê HDP'ê yê Haskoyê Raîf Ylmaz binçav kirin. Subaşi û Yilmaz birin Qereqola Cendermeyan a Haskoyê.