Lehiyê li Nîjerê 92 hezar kes bê cih û war hişt
Li rojavayê Afrîkayê welatê Nîjerê, ji ber barana ji meha Hezîranê ve dibare, lehî rabû. Ji ber lehiyê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 90 hezar kes bê cih û war man.
Li rojavayê Afrîkayê welatê Nîjerê, ji ber barana ji meha Hezîranê ve dibare, lehî rabû. Ji ber lehiyê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 90 hezar kes bê cih û war man.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara mirovên ji 27'ê Tebaxê û vir ve di dema rabûna lehiyê de jiyana xwe ji dest dan, 38 e. Dîsa li gorî raporê, hejmara mirovên ji ber karesata lehiyê malên wan bi temamî xera bûne yan jî zerar dîtine 92 hezar e.
Di raporê de hat ragihandin, ku li gorî çavkaniyên hikûmeta Nîjerê 9 hezar xanî xera bûn û erdekî ji 900 hektarî lê welê bûye ku nema dikare bê çandin. Li vî welatê ku xizanî gelekî zêde ye, hejmara sewalên telef bûne 26 hezar e.
Li gorî NY, herêmên herî zêde xisar li wan bûne, Maradî ya li başur, Tahoûa ya li rojava û Agadez a li bakurê welêt e, ku ji sedî 75 zerar dîtine. Hat gotin, tevî ku Agadez û Tahoûa li nava çolê ye, baranê bandor lê kiriye.