Kurdên li Moskowayê ji bo Rojava û Ocalan civiyan
Kurdên li Moskowayê ji bo Rojava û Ocalan civiyan
Kurdên li Moskowayê ji bo Rojava û Ocalan civiyan
Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin şoreşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya çareseriyê ya ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin di civînek girseyî de li hev civiyan. Rêveberê Mala Kurdan Adil Cotkar di axaftina xwe ya li civînê de got, “Konferansa Cenevre-2 misogerkirina hebûna vîna Kurdan e.”
Kurdistaniyên li paytextê Rûsyayê Moskowayê dijîn ji bo piştgiriyê bidin şoreşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin di civînek girseyî de hatin cem hev. Civîn duh êvarê saet di 18:30’an de li Mala Kurda hat li darxistin û li gel berpirsyarê rêxistinên Kurd ên li Moskowa xebatê xwe didin meşandin gelek dikandar û hemwelatiyên Kurd amade bûn. Di cîvînê de pêşveçûnên siyasî yên li Kurdistan û heremê bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.
Ji rêveberê Mala Kurda Adil Cotkar ji kesên ku beşdarî civînê re bûye axaftinek kir. Di destpêka axaftina xwe de da diyarkirin ku ew wek gelê Kurd ê li Moskowayê dijîn, heya dawî piştgiriyê din şoreşa Rojavayê Kurdistanê û got: “gelê me yê Rojavayê Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de ji bo azadiya Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê beşdarî tekoşînê bûye. Îro derfetên azadiya Rojavayê Kurdistanê derketine holê. Gel û rêxistinên Kurd bi îradeyek mezin ji bo axa xwe biparêzin têdikoşin. Lê mixabin dîsa neyarê gelê Kurd ji bo Kurd nebin xwedî maf û xwedî îrade li rojava di nav lîstikên kirêt dene. Lê êdî Kurd ne Kurdê berê ye û ne nezane. Gelê Kurd îro dizane çi diparêze û çi dixwaze. Ji ber vê yekê li Rojavayê Kurdistanê wendakirina Kurda ne gengaze.”
KONFERANSA CENEVRE-2 MISOGERKIRINA VÎNA KURD E
Di berdewamiya axafitna xwe de Cotkar diyar kir ku Konferansa Cenevre-2 ji bo Kurdan pir bi wate ye û got: “di vê mehê de tê payîn ku Konferansa Cenevre-2 çê bibe. Ger aliyê Kurd bi serbixwe beşdarî vê konferansê bibe ev yek tê wateya li heremê qebûlkirina îradeya Kurd. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe pêwîste aliyê Kurd bi awayekî serbixwe û azad di vê konferansê de temsîla xwe bikin.”
HELWESTA PDK'Ê ZERARÊ DIDE YEKITIY KURDAN
Di dirêjiya axaftina xwe de Cotkar helwesta PDK ya li hember hevserokê PYD Salih Muslim jî nirxand û got: “PDK’ê ne ji ber xwe deriyê sînor li hevserokê PYD’ê birêz Salih Muslim girtiye. Ev yek helwesta PDK’ê ya li hember Kurdên Rojava jî radixe ber çava. Di demek wiha girîng û bi wate de ku yekîtiya Kurdan tê nîqaşkirin, helwestek bi vî rengî ji hêla gel ve nayê pejirandin. Helwestên bi vî rengî li pêşiya yekîtiya Kurdan astengiyên mezin ava dikin û yekîtiya heyî jî têk dibin.”
ÎRAN AGIRBESTÊ DIXE XETERIYÊ
Cotkar di nirxandinê xwe de darvekirina du siyasetmedarên Kurd ji hêla dewleta Îslamî ya Îranê ve nirxand û got: “di navbera dewleta Îranê û PJAK’ê agirbest hatibû îlankirin. Lê dewleta Îranê bi darvekirina du siyasetmedarê Kurd re ev agirbest xistiye xeteriyê. Em bi her awayî dîjî darvekirina mirovane û vê yekê qebûl nakin. Vê nêzîkatiya dewleta Îranê jî bi tûndî şermezar dikin”
GIRÎNGE TIRKIYE JI ŞAŞITIYÊN XWE VEGERE
Di dawiya axaftina xwe de Cotkar da diyarkirin ku ew wek Kurdên li Moskowayê dijîn heya dawî pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin destek dikin. Cotkar axaftinê xwe wiha bi dawî kir. “ev nêzî salekê ye ji hêla Serokê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ve pêvajoya çareseriyê hatiye destpêkirin. Ji bo ev pêvajo bi baş bimeşe çi ket ser milê tevgera azadiya gelê Kurd û Serokê wê pêk anîn. Lê dewleta tirk erkê xwe bi cîh neanî. Di bin navê pakêta çareseriyê tiştên hatin aşkerakirine jî pir dûrî xwesteka gelê Kurd ma. Serokê gelê Kurd di nirxandinên xwe yê bi şandeya BDP’ê dabû diyar kirin ku ew hîn hêviya xwe diparêze. Em hêvî dikin ku dê dewleta Tirk di demek kurt de vê xeletiya xwe bibîne û ji bo pêvajo pêş bikeve gavên pêwîst bavêje.”
Piştî axaftina Cotkar Serokê Parastina Mafê Kurdan a Bajarê Moskowa ya Mezopotamya Refîqê Kamil jî axaftinek kir û got: “em wek Kurdên li Rûsyayê dijîn, pêwîste piştgirî bidin gelê Rojavayê Kurdistanê. Ev erka me ya neteweyî ye.”
Civîn heya derengê şevê bi nirxandin û şîroveyên Kurdistaniya berdewam kir.