Kujer û îşkencekar Sonko xwe li Swêdê girt

Wezîrê Karên Hundir ê Gambiyayê Oûsman Sonko, ku 'hevkarê stratejîk' ê hikûmeta AKP'ê ye, piştî ku ji aliyê Serokkomar Yahya Jammeh ve ji wezîfeyê hat girtin, hat Swêdê û serlêdana penaberiyê kir.

Sonko weke yek ji zilamê herî nêzî Yahya Jammeh dihat naskirin, ku Jammeh di sala 1994'an de darbe kir û dest danî ser rêveberiya welêt. Sonko demeke kurt li Spanyayê bû Sefîrê Bilind û di serdemên cuda de bi erka gelek wezaretan rabû bû.

Malpera înternetê ya bi navê "Gîanako" ragihand, ku Sonko yek ji wezîrên herî zalim ên Jammeh e û berpirsyarê gelek kuştin û kuştinên kiryar nediyar e. Sonko ji kuştina rojnamevan Denya Hydara, endamên partiya mûxalefetê û 40 Ganayiyan berpirsyar tê dîtin.

Midûrê Giştî yê Rojnameya The Gambîa Echos G. Sankareh da xuyakirin, ku piraniya Gambiyayî, Sonko weke kujerekî xwînxwar û tecawizkar nas dikin. Freedom Newspaper jî ragihand, ku zewaca Sonko ji ber ne dilsoziyê bi tenê salekê dewam kiriye, lê zêdeyî 30 zarokên wî yên li derveyî zewacê hene.

LI TIRKIYEYÊ BI XALIYA SOR HATIBÛ PÊŞWAZÎKIRIN

Di dema Serokkomariya Abdullah Gul de Jammeh û Sonko ji bo Tirkiyeyê hatibûn vexwendin. Jammeh ku ji ber komkujiyên li welatê xwe kiriye li Dîwana Edaletê ya Laheyê gilî li wî hatiye kirin, li Tirkiyeyê bi xsaliya sor hatibû pêşwazîkirin.

HEVKARIYA STRATEJÎK A NAVBERA GAMBIYA Û TIRKIYEYÊ 

Di malpera fermî ya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê li ser vê hevdîtinê agahî hatibû weşandin û hatibû ragihandin ku Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û Wezîrê Karên Hundir ê Gambiya Oûsman Sonko hevdîtin kirine. Hat gotin, piştî vê hevdîtinê di navbera Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û Hikûmeta Komara Gambiya de 'Peymana Hevkariya Stratejîk' hatiye îmzekirin. Hatibû îdîakirin, ku ev peyman wê hevkariya stratejîk a navbera Gambiya, welatên Afrîka û Tirkiyeyê xurt bike.

TIRKIYEYÊ ÎŞKENCEXANE LI GAMBIYAYÊ AVA KIR

5 meh piştî îmzekirina peymanê, di Tîrmeha 2014'an de heyetek bi pêşengiya Serokatiya Ajansa Koordînasyonê û Hevkariya Tirk çû Gambiyayê û bi Wezîrê Karên Hundir Sonko û rayedarên din ên Gambiyayî re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de biryar hat dayîn akademiyên polîsan û hin qereqol werin çêkirin. Sonko li van qereqol û navendên polîsan ê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin çêkirin, îşkenceyên giran kir. Piştî ku Sonko û Jammeh li hev nekirin, Sonko berê xwe da Swêdê. 

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Swêdê li ser mijarê ti daxuyanî nedane. Ji rayedarên Daîreya Koçberan Îrene Sokolow diyar kir, daxwaza penaberiyê ya Sonko wê mîna hemû penaberan bê nirxandin.

Rayedarên Daîreya Koçberiyê naxwazin eşkere bikin bê Sonko li kîjan devera Swêdê dimîne.

...