Konseya Rêveber a KJK’ê civîna xwe ya asayî pêk anî

Konseya Rêveber a KJK’ê civîna xwe ya asayî pêk anî

Konseya Rêveber a KJK’ê civîna xwe ya asayî li dar xist û encamnameya civînê aşkera kir. Di civîna KJK’ê de ku mijarên siyasî û rêxistinî hatin destgirtin, hat ragihandin ku plansazî û biryarên berfireh hatine girtin.

Konseya Rêveber a KJK’ê, di navbera 10-14’ê Mijdarê de civîna xwe ya asayî pêk anî û encamnameya civînê aşkera kir. Di daxuyaniya ji aliyê Koordînasyona KJK’ê ve hat dayîn, hat ragihandin di van rojên ku zîhniyeta serwer a zilam li Rojhilata Navîn ketiye nav êrîşeke sînornenas, qirkirina li hember jinê gihiştiye asta herî jor, li hember vê jî di kesayeta jina Kurd de berxwedana azadiyê ya jinê ya di dîroka mirovatiyê de tê zanîn pêş ketiye, di civîna hatiye lidarxistin de rojevên siyasî û rêxistinî hatine nirxandin.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Xebatên tevgera jina azad ên li Kurdistan û derveyî welat hatine destgirtin. Xebatên avakirina neteweya demokratîk a di pêşengiya jinê de pêş dikevin hatine nirxandin û li ser vî esasî plansaziyeke berfireh hatiye derxistin.”

KJK’ê wiha dewam kir, “Civîna me destpêkê bi rêzgirtina ji bo Heval Arîn Mîrxan, Jiyan Rojhilat, Gulan Batman û Destîna Hewlêr ku li Kobanê bûne sembola sekna jina azad û mirovên bi keramet û tevayî şehîdên me destpê kiriye.”

‘BERXWEDANA YPJ’Ê DÎROKÎ YE’

KJK’ê diyar kir ku pêşveçûnên li Rojhilata Navîn di çarçoveya jinê de nirxandine û hat ragihandin ku tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Nakokiya esasî ya sedsala 21. wê bibe nakokiya jinê û sedsala 21. wê bibe sedsala jinê” berbiçav bûye û wiha dewam kir, “Du meh in, li Kobanê li hember faşîzma DAIŞ a bi teknîka serdemê ya şer hatiye gurçûpêçkirin, di pêşengiya hêzên YPJ’ê de ji heft salî heta heftê salî berxwedana ku gelê me pêş xistiye derxistina holê ya vê rastiyê ye. Şerê Kobanê rû dide bûye şerekî gerdûnî. Hatiye diyarkirin ku DAIŞ’a ku hilberîneke pergala hindûrîn a kapîtalîzmê ye, bi armanca ku Rojhilata Navîn di aliyê etnîk, mezhebî û çandî de hê zêdetir parçe bike wê hê hêsantir bê mêtin didin êrîşkirin. Hatiye destnîşankirin ku yek ji sedema kaosa li Rojhilata Navîn jî ev e ku Îslamê Ronesansa xwe pêk neaniye, ev valatî ji aliyê hêzên kapîtalîst ve bi hêzên wek DAIŞ ên hilweşîner tê dagirtin. Di civîna me de hatiye diyarkirin ku li hember vê rêxistina terorê ya bi serweriya zilam a navneteweyî, berxwedana hêzên YPJ’ê xwedî karaktera çandî, civakî û dîrokî ye. Berxwedana YPJ’ê di serî de ji bo jinên Êzidî, Asûrî, Ereb û Tirkmen ên hatine revandin, rastî tecawizê hatine û di bazaran de tên firotin hatiye pêş xistin. Ji Afganîstan heta Arjantîn ji Tirkiyeyê heta Îranê û Ewropayê jinên cîhanê xwedî li berxwedana YPJ’ê ya li Kobanê derketine û bi çalakiyên xwe ew pêşwazî kirine. Civîna me hatinagelhev a di nav têkoşîna azadiya jinê de û asta wê ya gerdûnîbûnê pir bi wate û girîng dîtiye û silav kiriye.”

‘POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê XITIMÎN’

Di civîna KJK’ê de ku pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistiye jî hat nirxandin ev xisûs hatin destnîşankirin, “Hatiye dîtin ku AKP ji ber di polîtîkayên tesyifekirinê de israr dike, aşkera piştgiriyê dide terora DAIŞ û polîtîkayên zextdar didomîne, di nav welêt û qada navneteweyî de bi awayekî cidî tenê maye. Rewşa ku polîtîkayên AKP’ê yên neteweperst, olperest û cinsiyetperest atmosfera şer sor dike, dibe sedem ku di qada navnetweyî de teşhîr bibe, polîtîkayên wê yên hegemonyaya herêmî bi awayekî vekirî li Şengal û Kobanê hatine ber hilweşînê.  Berxwedanên Şengal û Kobanê di heman demê de têkoşîna mafdar a gelê Kurd û jinan di qada navneteweyî meşrû kiriye. Bi vê berxwedanê re gelê Kurd israra xwe ya çareseriya demokratîk û îradeya xwe daniye holê. Pêşveçûnên şoreşî yên li Rojava wek modela rêxistinbûna civakî ya paradîgmaya Rêber Apo hatiye rojevê. Têkoşîna azadiyê ya 40 salan a di pêşengiya Rêber Apo de ji bo gelên Kurdistan û gelên herêmê rê li ber destkeftiyên mezin vekiriye.”

‘WÊ XEBATÊN RÊXISTINÎ BÊN PÊŞXISTIN’

Di civîna asayî ya KJK’ê de ku xebatên tevgera azadiya jinê bi berfirehî hatin destgirtin, bal kişandin ser van mijaran: “Xebatên li ser esasê avakirina neteweya demokratîk hatine destgirtin. Li her qadê xebatên avakirina komun û meclîsan dewam kirine, pêşxistina hişmendiya rêveberiya xwe û terzê jiyanê esas hatiye girtin. Xebatên cîvakîbûna parastina cewherî, bi şoreşa Rojava re pêş ketine û bûye bingeh ku di nav gelên cîran de jî berfireh bibin. Bi vê ve girêdayî bi jinên herêmê û yên cîhanê re xebatên dîplmatîk hatine pêşxistin, xebatên çalakiyên hevpar û piştevaniyê hatine rêxistinkirin. Yek ji xebatên girîng ên azadiya jinê jî ku qada aboriyê ye, bûye yek ji xebatên girîng ên vê rojevê. Biryar hatiye girtin ku ev xebat bê kûrkirin û peşxistin.”

PLANSAZÎ HATIN ÇÊKIRIN

KJK’ê diyar kir ku di civîna xwe de di gelek mijaran de plansazî çêkirine, biryar girtine û wiha hat gotin, “Biryar hatine girtin ku xebatên avakirinê yên li qadên zîhniyeta neteweya demokratîk ên civakî, siyasî, aborî, parastina cewherî, hiqûq-exlaq, dîplomasî, hevjiyana azad, ekolojî û çand-ziman bên berdewamkirin. Plansazî hatiye derxistin ku pêvajoya çalakiyan a pêşiya me yên wek di 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê di kesayeta jinên Şengalê yên rastî qirkirinê hatine de diyarî tevayî jinên li herêmê bên kirin û li ser esasê têkoşîna azadiya jin bi berxwedana YPJ’ê re pêş ketiye, bi silavkirinê pêşwazî bike. Her wiha plansaziyên, pêngava “Jin ji bo azadiya xwe û Rêbertiya xwe di çalakiyan de” bi çalakiyên hê bihêztir dewam bike, bi jinên cîhanê û herêmê re organîzasyona platformên hevpar çêbike û wan beşdar bike, wek xetên sereke hatine pêşxistin.”

BANGA BERXWEDAN Û ÇALAKIYÊ

Daxuyaniya KJK’ê wiha bi dawî dibe: “Civîna me ya Konseya Rêveber  a KJK’ê, bal kişandiye ser girîngiya ku berxwedana Arîn Mîrxanan a bûye efsane, garantiya jiyana demokratî azad e û bang dike ku divê tevayî jin vî ruhê berxwedanê û têkoşîna azadiyê li her qada lê bi biryara pêşxistinê tevbigerin, jin li derdora vê berxwedanê kom bibin, vê salê ji bo jinê bike sala azadiyê. Civîna me îdîa û biryara ku em ê bi Rêberê xwe re di nav şert û mercên azad de bigihêjin hev, careke din nîşan daye, bi helwesta di şexsê şehîdên Kobanê de em ê li ser esasê dilsoziya bi tevayî nirxên azadiyê re têkoşînê bi radîkalkirinê re pêş bixin bi dawî bûye. Di aliyê têkoşîna me ya azadiya jinê de di vê dema ku pêvajoyeke nû ya têkoşînê digire nav xwe, em bang li jinan dikin ku li hember êrîşên bi serweriya zilam ji bo jiyana azad xwe zane bikin, li ber xwe bidin û çalakiyan pêş bixin. Wê zeman bibe ya jinên ku bi berxwedanê qezenc dikin.”