Kongreya damezrandinê ya Ciwanên Azad sibê ye
Kongreya damezrandinê ya Ciwanên Azad sibê ye
Kongreya damezrandinê ya Ciwanên Azad sibê ye
Ciwanên Azad kongreya xwe ya damezrandinê ya Ewropayê, sibê li paytexta Fransa Parîsê lidar dixe.
Ciwanên Azad hewl dide ji pirsgirêkên civakî, siyasî û çandî yên nifşê sêyemîn ê Ciwanên Kurd li Ewropayê re bibe bersiv. Kongre dê sibê saet di 10:00 de li Salona Nelson Mandela ya li Banliyoya Sarcelles a Parîsê destpê bike. Endama Komîteya Amadekar a Kongreyê Besta Amed agahî da û destnîşan kir ku ciwanên Kurd wê bi awayekî hîn rêxistinbûyî dest bi 3'ê Mijdarê bikin.
Amed ragihand ku ew li bendê ne ji gelemperiya Ewropayê 200 delege û 800 mêvan beşdarî kongreyê bibin û got, "Emê di kongreyê de rêzikname, amblem, rêveberî û polîtîkaya xwe diyar bikin."
Amed diyar kir ku bi kongreya damezrandinê re dê hemû rêxistinbûyîn, sazî û komeleyên ciwanên Kurd li Ewropayê di bin sîwana Federasyona Ciwanan de veguherin saziyekê. Amed got, "Ciwanên Kurd ên li Ewropayê wê bi rêxistinbûyîneke xurttir û gaveke din nêzî azadiyê dest bi 3'ê Mijdarê bikin. Xebatên bi sedan ciwanên Kurd ên li Ewropa û Fransayê bi ruhê seferberiyê dimeşînin, temam bûne."