Kongreya Ciwanên Azad li Parîsê pêk tê

Kongreya Ciwanên Azad li Parîsê pêk tê

Konferana avakiriyê ya Tevgerên Ciwanan Kurd a Ewrûpayê  ‘Ciwanên Azad’ li paytexta Fransayê Parîsê pêk tê.  207 delege û 712 çavdêrên ji welatên Almanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Swêd, Îngiltere, Îskandinavya hatîn beşdarî kongreyê  bûn.

Kongraya Ciwanê Azad bi rêzgirtinê û xwedina merşa  Çerxa Şoreşê destpêkir. Axivtina vekrina kongreyê ji aliyê endama Komîteya Amadekar Evîn Amed ve hat kirin. Amed şoreşa gelê Rojava silav kir û got: “ Kongreya me şoreşgeriya sê jinên Kurd yên li Parisê hatîn qetilkirin digire.”

Amed da diyar kirin ku Kongreya li  Parîsê ji bo wan gelek wate dare û wiha pêde çû: “Em ê wek Ciwanên li Ewrûpa bi şoreşa Rojava re jiyan bikîn. Emê bi xeta şoreşa Rojava têkoşîna xwe bilind bikîn.”

Piştî axivtina vekirinê 5 kes ji bo dîwamê hatin hilbijartin. Kongre bi sînevîsyonê dewa kirin û di kongreyê de nîvîskar Fuat Kav jî axiftinek kir.

Kav ciwan silav kirin û rola ciwanan di nava şoreşê de vegot. Kav mînakên Zîndana Amedê da û got: “ Divê ciwanên Kurd xeta Alî Çîçek ji xwe re mînak bigrin.

Piştî axiftina Kav kongre derbasî nîrxandinên siyasî bû. Di nîqaşan de rol û misyona ciwanan di siyasetê de hat dest girtin. Ji çar parçeyên Kurdistanê  peyanên ji rêxistin û saziyên cuda hatîn hatin xwedin.

Piştî navbera nîvro kongreyê dewam kir û li ser pirsgirêkên ciwanan Kurd yên li Ewrûpayê hat sekinandin. Her wiha li bendêye ku di derbarê xebatên  tevgera ciwan û jinên ciwan de biryar bên girtin û pişt re derbasî hilbijartinê bibin.