Konferansa gerîla ya neteweyî ya FARC’ê hate taloqkirin
Hata ragihandin ku konferansa gerîla ya neteweyî ku Yekîneyên Çekdar Şoreşger ên Kolombiya (FARC) îlan kiribû wê ji bo pejirandina hevpeymana aştiyê bê komkirin, bi demkî hate rawestandin.
Hata ragihandin ku konferansa gerîla ya neteweyî ku Yekîneyên Çekdar Şoreşger ên Kolombiya (FARC) îlan kiribû wê ji bo pejirandina hevpeymana aştiyê bê komkirin, bi demkî hate rawestandin.
24’ê Tebaxê, FARC a ku wê li ser hevpeymana aştiyê ya bi Kolombiyayê re kirî baxive, dabû xuyakirin ku 10’emîn Konferansa xwe ya Gerîla ya Neteweyî wê 13-19’ê Îlonê kom bike.
Di daxuyaniya FARC’ê de jî, hate ragihandin ku konferansa navborî ji bo demkî hatiye rawestandin. Di daxuyaniyê de ku hate diyarkirin ku ji bo şopandina konferansê daxwaza gelek rojnamevanan û eleqederan heye, hate destnîşankirin ku ji ber sedemên lojîstîkê konferans hatiye taloqkirin.
Têkîldarî konferansa gerîla agahiyek din nehate bidestxistin, tê zanîn ku wê hevpeymana aştiyê 2’yê Cotmehê biçe referandûmê. Ev jî tê wateya ku îhtîmalek gelek mezin wê konferans di meha Îlonê de çêbibe.
Daxuyaniya konferansa gerîlayan a neteweyî, piştî hevpeymana aştiyê ku bi hikûmeta Kolombiyayê re îmze kiriye, bi 3 rojan hat. Hevdîtinên aştiyê yên mabeyna FARC û heyeta ku hikûmeta di bin serokatiya Serokdewlet Juan Manuel Santos de dawiya sala 2012’an li paytexta Kuba Havanayê destpê kiribû.
Li gor hevpeymana aştiyê ya divê meha Cotmehê ji hêla gelê Kolombiyayê di referandûmê de bê pejirandin, gerîlayên FARC’ê wê li 23 herêmên cuda yên hatine diyarkirin kom bibin, derbasî bêçekbûnê bibin. Gerîlayên FARC’ê hê beşek girîng a Kolombiyayê kontrol dike. Li gor hikûmetê, nêzî 8 hezar gerîlayên FARC’ê hene, hin çavkanî jî dibêjin ev hejmar zêdetirî 13 hezaran e.
Di şerê navxweyî de ku sala 1964’an destpê kir, heta niha kêmahî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran jî hatine windakirin. Ji ber şerê navxweyî bi mîlyonan kes ji cih û warê xwe bûne.