Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP22 dest pê kir

Konferansa COP22 bi beşdariya nûnerên gelek hikûmetan û zêdeyî 20 hezar kesî dest pê kir.

Konferansa Avhewayê COP22, ku hemû welatên mora xwe danîne binê Peymana Hawirdorê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) wê beşdar bibin, li gundê Bab Îghlî yê li nêzî bajarê Marakeş ê Fasê dest pê kir.

Wezîrê Karên Derve Salahaddîn Mezûar li ser navê hikûmeta Fasê serokatiyê ji COP22 re dike û bi çekûçê sembolîk ê ji darê hatiye çêkirin, ku ji Wezîra Hawirdorê ya Fransayê Segolene Royal wergirt, konferans bi awayekî fermî da destpêkirin. Mezûar di destpêka konferansê de axivî û bang li welatan kir ku li sozên xwe yên di mijara germahiya global de dane, xwedî derkevin.

Tê zanîn, konferansa îsal ji bo welatên xizan û yên herî zêde bikevin bin bandora germahiya global, tê zanîn. Bi taybetî, ji bo welatên giravên li okyanûsan û welatên Afrîkayê 'firsendeke girîng' tê dîtin ku karibin dengê xwe lê bidin bihîstin.

Di vê konferansê de wê xalên bingehîn ên karên li ser avhewayê ku di Peymana Parîsê de hatin destnîşankirin, zelal bibin. Her wiha wê mijarên zelalî, ahengî, transfera teknolojiyê û zêdekirina kapasîteya wê, bên nirxandin.

Konferansa bi navê COP22 wê heta 18'ê Mijdarê dewam bike.